W ergêra Çîrokê: Berfîn A yşe Öğüt
Transkript
W ergêra Çîrokê: Berfîn A yşe Öğüt
Wergêra Çîrokê: Berfîn Ayşe Öğüt Lehengên ku Çîrokên Xwe Terikandine Deniz Kaynak Sibat 2016 2016, İstanbul Îllustrasyon: Erkin Gören Sêwirandina Pirtûkê: Gamze Özer Koordînasyon û Amadekariya Weşanê: Nurcan Çetinbaş, Ebru Batık Wergêra Çîrokê: Berfîn Ayşe Öğüt Çap: Seçil Ofset 100. Yıl Mahallesi, Massit Matbaacılar Sitesi 4. Cadde No:77 Bağcılar, İstanbul Di qonaxa nivîsandina Pirtûkê de ji bo ked û alîkariya wan, em ji hevalên hêja; Duygu Yılmaz, Özge Cinkılıç, Nihan Karabıyık, Ayhan Tek Geveri, Ruken Güven, Berfin Ayşe, Berfin Yıldız, Zehra Aktaş, Fatma Bostan Ünsal, Sibel Çetinbaş ü Berfin Ayşe Öğüt re spas dikin. Ev pirtûk ji aliyê Komeleya Bana Jinan a Mûşê ve hatiye amadekirin. Hemû mafên weşanê aydî komelê ne. www.kadincatisi.org.tr (0 436) 212 50 53 Ji bo Leyla, Alî û hemû zarokên dilpak. Saetên ku Leylayê herî zêde jê hez dikirin, saetên êvarkî bûn. Lewra dê û bavê wê di wan saetan de ji kar vedigeriyan, piştî xirecira xwarin, şûştina firaqan û paqijiyê aram dibûn û berî razanê jê re pirtûk dixwendin. Diya wê her meh piştî ku mehaneya xwe distand, Leyla hildida dibir pirtûkfiroş, destûr dida wê ku pirtûka dixwaze hilbijêre. Bavê wê jî her êvar dengê karakteran teqlîd dikir, carinan di cihên bikelecan de, di nav odeyê de virde û wirde dibeziya, carinan di cihên xemgîn de porê Leylayê mist dida û ev pirtûk jê re dixwendin Ma di kitêbxaneya Leylayê de çi tunebû ku… Pisîka Xweliyê, Keçderyaya Biçûk, Keçika Kumsor, Hansel û Gretel, Çîrokên Hezar û Yek Şev, Rapûnzel, Xweşika Razayî, Pokahontas… Leyla êvarekê ji bo çîroka Ariel Keçderyaya Biçûk digiriya ku ji bo prensê qeşeng dengê xwe û derya feda dikir. Îcar êvareke din ji ber ku cadûya xerab dê Hansel û Gretelê bavêje firinê û bixwe ji tirsan ziravqetî dibû. Bi Pokahontas re ber bi cîhana nîştecihên Amerîkayê, bi Çîrokên Hezar û Yek Şevî re jî ber bi şevên germ ên Erebistanê ve rêwîtî dikir. Hingî pirtûk dixwendin hemû ji ber dikirin, paşê jî pênûsa xwe ya sor digirt destê xwe û ser ciyên ku nediecibandin xêz dikir, dawiyên nû, hûrgiliyên nû li çîrokan zêde dikirin. Li gorî pirtûkên wê, Heft Hacûc, ne di madenan de, di baxçeyê xwe de dixebitiyan û firengî û îsot diçandin. Ji ber ku cadûya xerab a Hansel û Gretelê di kêlika dawîn de poşman dibû, ew nediavêtin firinê, dibû pîrikeke dilovan û dihat li mala wan bi zarokan re dijiya. Deryavanê ku dilê Keçderyaya Biçûk ketibûyê, ji bo wê tê li giravekê bi cî dibe û her roj li peravê di navbera cîhana her duyan de hev didîtin. Di rojbûnên wê de gava ji Leylayê dipirsîn û digotin ka tu diyariyeke 1 çawa dixwazî bersiva wê her tim heman bû: pirtûk. Di rojbûna dehem de jî gava bi kelecan ji nav nivînê pekiya, ji xwe bawer bû ku dê li ser maseya taştê pirtûkeke nû li benda wê be. Gava bi awayekî serûsîç, porgijûjî, ling tazî, tevî kincên şevê xwe diavêt metbexê, diya wê hêkerûna ku herî zêde jê hez dikir çêkiribû û rîçala gulan a nû kelandibû di ser nan dida. Bavê wê bi hîkehîk keniya: — Keçika rojbûnê her hal ji bo diyariyên xwe sebir nekir. Got, qene te serçavê xwe bişûşta. Diya wê jî pakêta diyariyê, ya ku fîyonkeke biçûk li ser hatibû danîn, ber bi Leylayê ve dihejand. Leylayê bi kelecan dê û bavê xwe maç kirin û di nav saniyeyan de pakêt parçe kir. “Alîs Li Diyarên Herîqe” dayêê, bavo ez gelek spas dikim! Sala çû ji cêrgî em çûbûn fîlima wê, ji bo xwendina wê ez gelek bêsebir bûm! Leyla bêyî ku hevoka xwe biqedîne di cih de mabû heyirî. Dest pê kir rûpelên pirtûkê qelibandin. Berê yekoyeko, paşê pênc bi pênc, deh bi deh! Çi diqewimî? Diya wê û bavê wê jî ferq kirin ku di vî tiştî de ecêbiyek heye. Diya wê jê pirsî: — Leyla can, her tişt li rê ye? Leylayê hîn jî çavê xwe ji pirtûkê nedigirt û her tim li pêş û paş xwe dinêrî. Ev pirtûk vala ye! Bi temamî vala ye! Di nav de rêzikek jî tune ye… Bavê wê ji ciyê xwe rabû, berçavka nêzker da ber çavên xwe. Gava pirtûk girt destê xwe: — Vala çi gotine? Ma tiştekî wisa dibe cana min? Do berî ku ez pakêt bikim min hinek jê xwendibû. Rûyê diya wê jî daleqiyabû: 2 3 — Divê çewtiyek hebe. Pirtûkfiroş got ev çapeke taybet e. Heta di destê wan de tenê ev mabû. Tiştekî wisa çawa dibe? Leylayê serê xwe dihejand, di dilê xwe de digot divê ez aram bim, çawa be diya min û bavê min dê vê biserifînin. Lê çavên wê wek ku qet guh nedidan dengê dilê wê, xuya dikirin. Diya wê û bavê wê pirtûk ji destê hev digirtin, gava wan ji serî heta binî lê dinêrîn, lêvên wê jî dest bi ricifînê kiribû û çavên wê jî hêdî hêdî şil dibûn. Her duyan jî rewşa Leylayê dîtin û dev ji gengeşiya ser pirtûkê berdan. Li şûna ku vê yekê çareser bikin, soz dan wê ku ew ê heta êvarê wekî vê pirtûkê yeke din jê re bînin. Leylayê çavên xwe paqij kirin û hewl da ku bimizice, lê êdî kêf pê re nemabû. Taştêya xwe di nav bêdengiyê de bi lez xwarin. Gava hatin pirtûkfiroşê Atlantîs ê navenda bajêr, Kêfa Leylayê hinek hatibû cî. Kêfa wê gelek ji vê dikana bitoz re dihat ku nîvê wê bi malzemeyên kirtasiyê û pêlîstokên li ser hev bibûn lod, nîvê wê jî bi pirtûkên kevn û nû tijî bû. Xwediyê dikanê Apê Mistefa jî ji Leylayê re…. Lê îro ew jî gelek ecêb bû. Li şûna ku, wek ku her tim dikir, Leylayê li ber derî pêşwazî bike û pirtûka herî dawîn xwendibû jê pirs bike û pirtûkên nû jê re pêşniyar bike, gava ew ketin hundir serê xwe jî bilind nekir. Bi îfadeyeke nebextewar pirtûk yekoyeko ji refikan dadixistin û li ber xwe kom dikirin, wisa li hundirê wan dinêrî û diavêtin hêlekê. Ji hêlekê ve jî pilepila wî bû: — Vala! Ev jî vala ye… Ev jî… Hîn do li vir bûn, çawa dibe, çawa?! Gava Leyla hêdî hêdî xwar bû û yek ji wan pirtûkên ku Apê Mistefa avêtibû hilda, dizanî ka ew ê çi bibîne. Pirtûkeke Pînokyo ya rûpelên wê vala girt destê xwe û ji bo bersivekê bibîne serê xwe bilind kir û li diya xwe û bavê xwe mêze kir, lê ew jî bi qasî wê heyirî û bêçare xuya 4 5 dikirin. Wê çaxê bavê wê, xwe dirêjî qûmandaya televîzyonê ya ser dezgehê kir û dengê televîzyona ku li qatya hatibû daleqandin vekir. Li ser ekranê bi tîpên mezin NÛÇEYA LEZGÎN hatibû nivîsîn: “Çi bû bi lehengên çîrokan? Ji lehengên firarî agahî nayê standin!” Bêjer bi dengekî kelecan: — Erê temaşevanên ezîz, ji serê sibê de telefonên me yên navenda nûçeyan nasekinin. Ji bo nûçeyên rast û lezgîn pêşkêşî we bikin nûçegîhanên me bênavber dixebitin. Ji bo wan temaşevanên ku televîzyona xwe teze vekirine em dubare bikin: Vê sibê ji derdora saet şeşan û vir ve ji lehengên ku çîrokên xwe terikandine hîn jî agahî nayên standin. Polês dibêjin dibe ku ji ber fîdyeyê hatibin revandin. Zarokên li çar aliyê cîhanê, tevî dê û bavê xwe şaşwaz û xemgîn in. Diçin qerenfîlan datînin meydanên bajaran ên navendî û hewl didin ku li ber deriyê kitêbxaneyan çalakiyan li dar bixin. Her kesî li wî pirtûkfiroşê biçûk şaşwaz şaşwaz li rûyê hev dinêrîn. “Lehengên çîrokan ku di pirtûkan de nayên dîtin?!” “Fîdye?!” Li vir çi diqewimî?! Qasî ku dihat zanîn, lehengên çîrokan bi sedan salan ji ciyê xwe tev negeriyabûn. Niha çi bibû ku wisa ji carekê ve ji meydanê winda bibûn? Haya tu kesî jê tune bû ku wê bikaribûna tiştekî wisa jî bikin. Bi giştî, zarokên ku li van çîrokan guhdarî dikirin û ew dixwendin mezin dibûn û pirtûk diavêtin hêlekê; lê yên di nav pirtûkan de, digotin dibe ku zarokekî din were û li çîrokê guhdarî bike, li wê derê li ciyê xwe disekinîn. Lê niha li dereke xerîb in û nizanin bê ka dê çi bikin. Her çend di nav hişê her kesî de hezaran pirs li hev diqelibiyan jî, tu kesî nedixwest bibe kesê pêşîn ji bo axaftinê. Di nav bêdengiyê de ji nû ve dengê bêjer ê zirav ê bikelecan bilind bû: 6 7 — Tiştekî ecêb e temaşevanên delal! Di jiyana xwe ya weşanê de cara pêşîn e ku ez rojeke wisa bikelecan derbas dikim. Li gorî agahiyên herî dawîn, lehengên çîrokan hatine dîtin. Tê diyar kirin ku rewşa wan a sihetê baş e û ew ê heta saetekê civîneke çapemeniyê li dar bixin. Naveroka civînê, çima pirtûk terikandine hîn jî ne diyar e. Her ku em bigihîjin agahiyên nû em ê bi we re parve bikin. Heta wê çaxê em ê sohbeta xwe bi Alim Saribaş re bidomînin ku serokê Beşa Ziman û Edebiyata Alman a Zanîngeha Yenişehirê ye. Alim beg wekî kme berê jî behs kiribû, hûn di mijara çîrokên Grîmm de pispor in. Ev karakterên li derve digerin, gelo mumkun e xeternak bin? Apê Mistefa vegeriya ser Leylayê: — Tu dikarî ji gotinên van bawer bikî? Xeternak bûne! Hihh. Ku xeternak be, dê cîhan ji bo wan xeternak be ne ew ji bo cîhanê! Hişê Leylayê tevlihev bibû: — Apê Mistefa, bi we, ew ê di daxuyaniyê de çi bibêjin? — Em ê bibînin çavê min, em ê bibînin! Gava bi destê diya xwe û bavê xwe girt û berê xwe dan malê, Leyla lê difikirî ku heta niha rojbûneke wisa ecêb derbas nekiribû. Pêşniyara bavê xwe ya ji bo berfeşîr—xwarinê, ku ne ji dil bû, bêeleqe red kir. Dixwest demek berî demekê xwe bigihîne malê û li civîna çapemeniyê temaşe bike. Gava gihîştin malê û televîzyon vekirin, kamera çûbûn salona ku wê civîna çapemeniyê lê bê kirin û dest bi kêşanê kiribûn jî. Di hemû qanalên nûçeyan de bêjer, ji bo kesên ku televîzyonên xwe nû vekirine, kurteya bûyeran dubare dikirin. Ya rast ji ber ku heta wê saetê tu kesê ku pê nehesiyabû nemabû, heta destpêka civînê dixwestin li wê derê dema xwe derbas bikin. 8 9 Di dawiyê de, lehengên çîrokan bi cil û bergên ku ji bo wan taybet lê ji bo cîhana me ya îro gelek bi hingeding xuya dikirin, bi awayekî yek qor ketin hundirê salonê. Bi rûyê xwe yê sipsipî û dêmên xwe yên pembe Prensesa Pembo û Heft Hacûcên ku yekoyeko bibûn rêz û dabûn dû wê; bi porê xwe yê dirêj ê ku digihîje erdê, Rapûnzel; bi pêlavên xwe yên camîn, Pisîka Xweliyê; Xweşika Razayî ya ku mirov digot qey ji Siwarçakê xwe xeyidiye; bi selika di destê xwe de Keçika Kumsor… Ew xwişk û birayên ku wekî ku tirsiyabin, xuya dikin û bi destên hev girtine heye ku Hansel û Gretel bin. Te dît ew xwişk û birayên ku cadûya xerab wan bi pastê li malê dike esîr û dixwaze wan li gorî dilê xwe qelew bike. Keçderyaya Biçûk Arîel jî li ser çîpên xwe yên nû bi dest xistibûn û bi zorê li ser wan disekinî, ji ber ku ji bo prensê ku bibû evîndarê wî dev ji dengê xwe berdabû, dixwest bi tevgerên destan ji Şehrezatê re, ku li kêleka wê sekinîbû, tiştinan bide famkirin. Bala her kesî li ser wan bû, ji salonê tu deng jî dernediket. Rojnamevan li salona civînê, temaşevan li ber televîzyonê, ji bo ku ji peyveke wan nemînin bêpejn sekinîbûn. Di dawiyê de, piştî ku bi kuxikeke kubar qirika xwe paqj kir, cara pêşîn Prensesa Pembo dest bi axaftinê kir: — Hûn hemû bi xêr hatine. Haya me jî jê heye ku hûn di nav meraqê de ne. Ji ber vê em lêborîna xwe dixwazin. Lê bi sedan salan e em di nav çîrokan de asê mabûn û ji tiştên dihatin serê me bêzar bibûn. Gava rojnamevanan bi şaşwazî li hev mêze dikirin, lehengên din jî bi serê xwe gotinên Prensesa Pembo piştrast dikirin . Paşê Pisîka Xweliyê domand: — Ji bo ku ji wan re bibin mînak, ji bo ku hûn kêfa wan bînin çîrokên me ji zarokên xwe re dibêjin. Piştî ku hûn mezin dibin jî carinan li siwarçakê xwe digerin an jî xeyal dikin ku bibin prenses. Hûn dixwazin pirsgirêkên we bi tozên periyan ên bi cîhaneke bisêr an jî bi şivikeke bisêr çareser bibin. Xweşika Razayî gavek pêşde çû û domand: — Lê îcar werin van hemûyan ji me bipirsin. Hundirê wê me, derveyî wê we dişewitîne. Gava hûn kêfa xwe bi çîrokên me tînin, hûn naxwazin binpêkirina mafên me bibînin, di roja îroyîn de gava ku ew serpêhatî bihatana serê zarokekî wê bibûna sebeb ku we yê derdor hemû serûbin bikira, gava di nav çîrokan de bin, hûn wan li ser rêya bextewariyê wek qezayên biçûk dibînin. Wek mînak, ev mirovê kêleka min ê ku wê bibe prens, gava ku hat ji bo ku min ji xewa sed salî, ya ku cadûya xerab bi sêrekê ez xistibûm wê xewê, hişyar bike ma ji bo wê ramûsanê destûr ji min stand? Razîbûna min erê kir? Lê zarokên roja me êdî dizanin ku gava yek bêyî destûra wan dest bide wan, wan ramûse yan jî canê wan mist bide binpêkirina mafê bedena wan e. Heta ku em nexwazin tu kes nikare destê xwe li me bipelîne û me ramûse. Bi ser de jî, berî ku ez têkevim xewê, ez hîn 15 salî bûm. Yanî ji ber ku ez di bin 18 salî de bûm li gorî qanûnan ez hîn zarok bûm. Çawa ku ji xewê şiyar bûm, berî ku ez fam bikim di nav wî 100 salî de çi qewimîbû, bi lezûbez em zewicandin. Qaşo wê dawiyeke bextewar bûya. Bêyî ku em derfeta hev—naskirinê bi dest bixin, di wî emrê ciwan de em zewicîn. Lê haya me jê tune bû ka me berpirsiyariyeke çawa girtiye ser milên xwe. Ji ber ku em wê çaxê ji bo zewacê ne amade bûn, em niha li hev nakin û dixwazin hev berdin. Lê ji ber ku çîrokê got bextewariya dawîn û qediya, em nikarin çîrokê bidomînin. Em 10 11 niha di zewaceke nebextewar de asê mane. Lê bêlê çi xeyalên min hebûn. Min dixwest bixwînim û di siberojê de bibim endazyareke serkeftî. Gava min bizaniya ku zewaca emrê biçûk sûcek e, min bizaniya ku yên em zewicandin gava ji malbata qraliyetê bûna jî wê bên cezakirin, ma wê niha wisa bûya? Rojnamevanan bi matmayî li gotinên Xweşika Razayî guhdarî dikirin. Ji bîr dikirin ku bûyerên diqewimin bişînin maseya nûçeyan. Li kuçeyan tu kes nemabû. Her kesî li ber televîzyonên xwe li civînê temaşe dikir. Yên negihîştibûn mala xwe jî, ji vîtrînên dikanan, li restorantan, li ku derê televîzyoneke vekirî bidîtana pê ve dizeliqîn. Di nav re bi pistepist pirs dihatin kirin. Mirovan pirsên wek, “Ma wê behsa binpêkirina mafan kir? Zarokên rastîn qediyan, îcar jî mafên zarokên xeyalî derketin?” nn jî “Keçik mafdar e, em van çîrokan ji bo ku bibin mînak bi sedan salan e ji zarokan re dixwînin, lê ka me bala xwe daye wan bê ka wan çi peyam dane?” dikirin. Li mala Leylayê jî rewş ne cuda bû. Gava Xweşika Razayî navbir dayê, Leyla jî vegeriya ser diya xwe û jê pirsî: — Dayê, razîbûn çi ye? — Himm, çawa bibêjim? Mesela yên te jî eynî wek mezinan, mafên te yên hilbijartinê hene. Tu jî dikarî ji wan tiştan re, ku tu dixwazî bên kirin, bibêjî erê; ji wan tiştan re ku tu naxwazî, bibêjî na. Ji bo wan tiştên ku tu dibêjî erê riza te heye, ji bo wan tiştên ku tu dibêjî na jî riza te tune ye! Di rewşa Xweşika Razayî de, berî ku prens wê ramûse jê nepirsiye ka tu dixwazî yan naxwazî. Lewra prenses razayî bûye. Di vê rewşê de ji ber ku prenses nikare bibêje erê, riza wê tune tê hesibandin. Divê Prens bê destûr ew maç nekira. Keçik mafdar e! Prensesa Pembo ya ku wê çaxê hemû kamerayan berê xwe dabûnê, piştî ku destê xwe da milê Xweşika Razayî û ew pê hesand, ji bo piştgiriyê wisa domand: — Xwişka min a Xweşika Razayî ne bitenê ye. Gava damariya min hewl da ku min bi sêveke jehrkirî bikuje û ez di nav darbesteke camîn de ji xwe ve çûyî radizam, prensekî din jî hat bê destûra min ez ramûsam. Wekî din jî, bi ser de, ez derdora wan Heft Hacûcên bêhawe didim hev. Endamekî çapemeniyê mafê gotinê girt û ji Prensesa Pembo pirsî — Me navê wan wek Zana, Rûtirş, Kêfxweş, Xewar, Fedyok, Meraqdar û Lawikê Gurî dizanî. Prensesa rêzdar ma hûn niha ji hemûyan re dibêjin bêhawe? — Erê birayê min ê delal, hem bêhawe hem jî tiral in. Qaşo li daristanê gava ji ber nêçîrvan direviyam, mirovahiyek kirin û destûr dan ku ez li mala wan bimînim. Xwezî ez ji wê malê neketama hundir. Ji wê rojê de, min got ha cilên wan, ha firaqên wan ha xwarina wan, ew porê min ê wek pembo bû wek sivnikê. Di wê xalê de berê xwe da Heft Hacûcên ku li hewayê dinêrin wekî ku mijar ne li ser wan be: — Ma rojek jî teyfika ku we tê de dixwar we bi xwe rakira. Hûn her roj bi toz û tebara madenê dihatin diketin hundir. Jixwe we dest û rûyê xwe li baxçe nedişûşt, bi ser de we sol û goreyên xwe jî hema ku der rast dihatwe divirvirand wê derê. Ji ber ku jin im, ma ez mecbûr im hemû karên malê bikim? Ma we bi navê wekheviya jin û mêran tiştek nebihîstiye? Digel vê, we jî dikarî alîkariya min bikin. Gava em hemû bi hev re karên malê bikin wê kar zûtir xelas bibin. Wê çaxê ez ê jî wek 12 13 we bikarim li derve dem derbas bikim, ez ê ji çûkan re stranan bibêjim, êm bidim xezalan. Lê her ku hûn wisa tevdigeriyan min xwe ne wek prensesekê wek koleyekê hîs dikir. Li ber televîzyonê bû tîqetîqa Leylayê. Ji ber ku Prensesa Pembo ya ku bi salan e gelek caran xwendibû jî heman wek diya wê ji karên malê bi gazind bû, jê re komîk hatibû. Dayika wê fam kiribû bi çi dikene: — Hûn çima dikenin xanima biçûk, Pembo mafdar e! Ji bo tiştên ku hûn ji xemsariya xwe belav dikin, berhev bikim her roj çi qas dema min diçe hûn dizanin? Sirf ji ber ku em jin in karên bê hed û hesab dixin stûyê me: Cilşûştin, fraqşûştin, her roj çêkirina xwarinên bi sihet ên ku hûn hemû jê hez dikin, ji bo van xwarinan danûstandin, pêkanîna hewcedariyên xanima biçûk, alîkarîkirina pîra te û kalê te… Bi ser de jî ez hewl didim ku van hemû karan di navbera wê demê de bikim ku ji ber karê min ên din maye. Hem deqeyeke min namîne ku ji xwe re veqetînim, hem îcar çil salan carekê li malê xwarin tune be hûn hemû rûyê xwe dadileqînin. — Diya te mafdar e, çi bike em nikarin heqê wê bidin. Bavê Leylayê bi van gotinên xwe xwest ku navberê hinek nerm bike. Lê hêrsa wê carekê rabibû. — Na heyran! Hinek jî hûn van karan bikin ez hewl didim ku heqê we bidim Fariq beg! — Tu rast dibêjî hungiva min, lê em zilam çiqas hewl bidin jî nikarin qasî we baş bikin! — Aha binêr Leyla can, bavê te jî be, mêr mêr in… Gava li hesabê wan neyê çawa xwe ji nav derdixin. Gava ku her roj bikî tu yê jî fêr bibî, meraq neke emrê min! 14 15 Piştî ku ji Heft Hacûcan Rûtirş mîkrofon girt destê xwe, dev ji vê gengeşiya xweş lê giran berdan: — Pembo xanim! Pembo xanim dibe ku tu di gazindên xwe de mafdar bî lê gelo bi rastî jî tu dizanî ka em çi dikişînin? Di hemû çîrokê de tu jî di nav de we hemûyan ji me re got hacûc, lê ya rast ev e ku em karkerên zarok bûn, bêyî ku em ronahiya rojê û hewaya paqij bibînin, di şertên herî zor de rojê 15 saetan bi dijwarî em didan xebitandin. Li Zana binêre, dixwest bibe dîroknas, Kêfxweş şanoger, Xewar doktor, Fedyok mîmar, Meraqdar astronot, Lawikê Gurî jî xeyal dikir ku bibe mamoste. Me hemûyan dixwest ku em mezin bibin û keçên wek te xweşik û ciwan nas bikin. Lê ji ber ku me nekarî xurek, ronahî û xewa ku ji bo mezinbûnê hewce dikir bigirin laşên me, û ji ber ku em bê perwerde man jî mêjiyên me têra xwe bi pêş neketin. Dibe ku ev ne hincet be, lê çîroka me jî bi tenê ji stran û henekên xweş pêk nayê. Min xwest ez vê yekê bi we re parve bikim. Pisîka Xweliyê piştgirî da Rûtirşê ku rûtirşiya wî ji her demê zêdetir bû: — Min jî wek van Heft Hacûcan, biborin, wek van heft zarokan demeke dirêj nekarî bi dû xeyalên xwe bikevim. Wek hûn hemû pê dizanin, damariya min û xwişkên min, ez xistibûm jêrzemîna malê û li wê derê divê min roja xwe bi kirina karê şatoyê re derbas bikira. Lê niha ji ber ku prens di karên malê de berpirsiyariyeke wekhev digire, jiyana min niha hêsantir bûye. Lê ji ber damariya xwe û xwişkên xwe min nekarî biçime dibistanê; ez wê êş û janê hîn jî dikişînim. Heta bavê min ê qral ê delal mir, ez jî wek her kesî diçûm dibistanê. Mamosteyên min digotin bi taybetî jî di dersên Matematîk û Zanîna 16 17 Fenê de gelek serkeftî yî. Heke min bikariya dibistana xwe bidomanda, ez ê li ser Biyolojiya Binavî bibûma pispor û min ê li ser balînayan vekolîn bikira, min dixwest bi ekîbên kifşê re derketama okyanûsan û binê deryayê bidîtaya. Çi heyf ku heta niha, mafê ku ez ê jiyana xwe bi kîjan karî bidomînim ji destê min hatibû girtin. Gava damariya min ez ji dibistanê girtim, min nedizanî ku li hemberî wê mafên min hene. Lê xebera xweş ev e: Her çiqas emrê min hinek mezin be jî, min biryar da ku ji bo tu tiştekî ne dereng e. Bi piştgiriya prens, ez ê navê xwe ji nû ve li dibistanê binivîsim, ez ê pêşîn lîseyê ji derve biqedînim, paşê jî ez ê têkevim ezmûnên zanîngehê. Wekî din ez ji vê derê bangî hemû zarokan dikim ku dixwazin wan ji dibistanê bigirin. Mezin her tim ji bo we ya rast nizanin. Berdewamiya dibistanê heqê we yê herî xwezayî ye. Gava bixwazin vî heqî ji destê we bigirin û bixwazin di emrekî zarok de we bizewicînin tu carî razî nebin. Herin cem mezinekî hûn jê bawer an jî mamosteyekî xwe, rêxistinên civaka sîvîl ên eleqeder, xeta Wezareta Polîtîqayên Cîvakî û Malbatî ya bêpere, 183, yan jî hûn dikarin herin rewşa xwe ji polêsan re bibêjin, alîkariyê bixwazin. Yekane kesa di vê rewşê de ne hûn in. Heke li derdora we hevalekî we yê di vê rewşê de hebe alîkariya wî bikin. Bi hev re di nav hevkariyê de tev bigerin ku hûn bi hêsanî nekevin nav tirsê û bêhêviyê. Li salonê çepikên gurr bilind bûn. Hinek guhdaran bêyî ku pê bihesin hêsrên çavên xwe paqij dikirin. Jineke ciwan bê alîkariya şivikên bisêr û solên camîn jiyana xwe diguherand. Ka ji vê xweştir çi hebû? Gava Prenseseke wek Pisîka Xweliyê ya nazik û kubar jî, bikariya biryarên wisa wêrek bistanda, wê her kesî bikariya ev bikira. 19 Gurê ku li kêleka Keçika Kumsor di nav kelecanê de nedikarî di ciyê xwe de bisekine, êdî nekarî xwe ragire û dest bi axaftinê kir: — Daristanên ku ez lê dijiyam jî xera kirin şewitandin, ew darên xweşik birîn û li şûna wan avahiyên giştî lê kirin. Hemû hevalên min ên ku nedixwestin di wan apartmanên bilind de bijîn, daristan terikandin. Ez jî bi rojan birçî mam, ji birçîbûnê bêhal ketim, paşê jî wey ezbenî ji ber ku min pîrik xwar em sûcdar bûn. Ji nav temaşevanan rojnamevanekî pirsî: “Baş e wê mafê jiyana pîrikê çi be?” Gur wisa bersivand: “Helbet ji bo mirovekî mafê herî bingehîn mafê jiyanê ye. Lê wê çaxê wê mafê jiyanê yên heywanên wek min li daristanê dijîn çi be?” “Ma mafê me yê jiyanê tune ye ku em bi zarok û mezinan re di nav aşitiyê de bijîn, helbet bêyî ku teneke li boça me girê nedin, bi pihînan bera me nedin. Gava hûn kodikeke xwarinê û kodikeke avê daynin ber derî, em jî bi zikê têr û bi bawerî bigerin, ma wê ji bo her kesî çêtir nebe?” Ev fikrê gur gelek hat ecibandin û guhdaran jê re gelek çepik lêxistin. Di nav çepikan de, xwişk û birayên Hansel û Gretel bi awirên fedyok derketin pêş. Gretela xwişka Hansel mîkrofon girt: — Çîroka me ne di dema şato, balo û mirovên delal û qenc de, di demeke ji wan gelek tarîtir de derbas dibe. Dema me, aydî demeke wisa ye ku hem heywan birçî ne hem jî ji ber birçîbûnê mirovan zarokên xwe diterikandin. Ji ber ku ji bêgavî dixebitîn zarokên xwe yên pitik bi saetan bitenê dihiştin. Jina bavê me yê darvan jî ji ber tirsa birçîbûnê bavê me qane dike ku me bibe li nav daristanê berde. Wek hûn jî dizanin ji bo em rêya vegerê winda nekin, me hûrikên nan li ser şopa xwe datanîn, Lê ji ber ku çûk jî birçî bûn hemû hûrikên nan 20 21 dixwin. Em jî ji bêgavî diçin li mala cadûyeke xerab disitirin ku mala wê ji paste û şekir hatibû çêkirin. Hûn dawiya çîrokê dizanin. Cadû min wek xizmetkar bi kar tîne. Ji bo ku paşê birayê min Hansel bixwe, wî li ciyekî girtî dihêle û wî gelek qelew dike. Lê em bi ser dikevin ku rizgar bibin. Em hîn jî li ser wan rojên xerab xewnereşkan dibînin. Heta ku di çîroka me de malbateke ku ji me hez dike, hewcedariyên me dabîn dike, qasî ku em pê mezin bibin xwarin û tiştê ku em ji çoqlatên cadûya xerab jî zêdetir jê hez dikin û bêriya wan dikin, mafê me yê lîstikan tune be, em tu carî lê nafikirin ku paşde vegerin. Di vê xalê de rojnamevanek rabû axivî: — Gretelê gotin anî ciyekî ku me hemûyan meraq dikir. Li gorî ku we kitêbên xwe terikandine, ji niha û pê ve dê nifşên nû bê çîrokên we mezin bibin. Ji bo ku hûn vegerin divê em çi bikin. Şehrazata zana û baqil a ku di çîrokên Hezar û Yek Şevê de ji destê padîşahê ku piştî dawetê keçên ciwan dikuşt, bi vegotina çîrokên xweş xelas dibe, bi dengekî nerm lê ji xwe bawer dest bi axaftinê kir: — Pirtûk malên me ne. Ji bo me gelekan malên me yên bi sedan salan e me di wan de rojên xweş û xerab derbas kirine. Em hemû girêdayî mala xwe ne. Lê ev nayê wê maneyê ku, em di malên xwe yên germ de ji aliyê mirovên ku me herî zêde ji wan hez dikir, em herî zêde bi wan bawer dibûn, neheqî li me nehatibe kirin. Daxwaza me ne ew e ku em ji malê xwe biqetin û bê cî û war bimînin. Em dixwazin jiyana me û xaniyê me di nav ewlehiyê de bin. Em dixwazin azad bin, rastî şîdetê neyên, li ser jiyana xwe em bi xwe biryaran bigirin, herin dibistanê, lîstokan bilîzin, gava mezin bibin jî em kengî bixwazin bi kesê dilê xwe re bizewicin, li ciyê bixwazin bixebitin. Em naxwazin di nav karê malê de bifetisin. Em dixwazin bi mezinên xwe bawer bin û gava rastî neheqiyekê hatin bikarin mafê xwe biparêzin. Ji ber wê hewcedarî pê heye ku çîrok ji nû ve bên nivîsandin. Ne tenê ji bo me, ji bo nifşên nû yên ku ew ê van çîrokan bixwînin jî. Keçika Kumsor dewam kir: — Ji bo çîrok ji nû ve bên nivîsîn em dixwazin ji çar aliyên cîhanê zarok werin û lijneyekê ava bikin. Em lê difikirin ku qasî me mafê zarokên ku çîrokên me dixwînin jî heye biryarê bidin ka dixwazin çîrokên çawa bixwînin û di cîhaneke çawa de bijîn. Di her du hefteyên pêşiya me de, divê zarok postegehên xwe rêk û pêk kontrol bikin. Piştî mehekê, di 20’ê Çiriya Paşîn, di roja Mafên Zarokan ên Cîhanê de em ê civînekê li dar bixin, wê ji 194 welatan 194 zarok ji bo ku beşdarî civînê bibin dê vexwendnameyên bigirin ku hemû mesrefên wan tên dayîn. Gava ji ber sebebekê zarokek nekare beşdarî civînê bibe wê li şûna wan ji lîsteya berdest zarokên din werin hilbijartin. Di diyarkirina lîsteyê de em ê bala xwe bidinê da ku keç û kur wek hev di civînê de bên temsîlkirin û zarokên di navbera emrê 6—18’an de wek hev nûnertiya civînê bikin. Wekî din wê hemû zarok bi saya rûpelên ser înternetê, fikir û ramanên zarokên din ên li welatê xwe jî bicivînin, yanî em dixwazin di civînê de ne bi tenê li ser fikrê xwe, nûnertiya fikrên hevalên xwe jî bikin. Wekî din piştî vê civînê, em hêvî dikin ku ji bo çîrokên ku dê ji niha û pê ve bên nivîsîn bişopîne û pêşniyaran li wan bike platformeke mayende jî ava bibe. Hêvîdar im biryarên me ji bo me hemûyan bi xêr û xweşî bin. Piştî bêdengiyeke kurt, ji ber pirsên rojnamevanan ên bi yekdengî xultexul bi salonê ket. Wê çîrokên berê çi bibûna, wê hemû prens bi 22 23 hev re biçûna çopê, dê kê şato paqij bikirana, wê ji bo van meseleyên ew qas girîng zarokan çawa biryar bidana? Ji her serekî dengek derdiket. Şehrazatê bi destê xwe îşareta arambûnê li haziran kir: — Em dizanin ku pirsên we hene, lê piştî hevdîtina lijneyê em dixwazin biryara van bidin. Wekî ku me got, ev me tenê eleqeder nakin hemû zarokên cîhanê eleqeder dikin. Û bêyî ku em bi wan re gengeşiyê bikin em naxwazin gavên nû bavêjin. Niha bi destûra we, ji bo hatina vê derê em ji rêyên gelek dûr û zor û zehmet hatin, em niha dixwazin herin bêhna xwe bidin. Gava lehengên me hema çawa ketibûn salonê bi wî awayî derketin, rojnamevanan hema bibêje êrîşî ser wan dikir. Xultexulta salonê hema bibêje êdî bibû wek qajewajê. Tam di wê kêliyê de, ji deriyê salonê ê kêlekê, komeke parastinê ket hundir ku ji hûtên çîrokan ên lêveke wan li erdê lêveke wan li asîman, mexlûqên nîv—mirov û nîv—şêr, kûçikên sêserî û ji ejderheyan pêk dihat. Êdî hûn bêdengiya ji nişka ve ya salonê texmîn bikin. Piştî xuyakirina van mexlûqan, têr kir ku rojnamevan wek berxikan salonê biterikînin. Lê li mala Leylayê, tiştê herî dawîn dihat hiş bêdengî bû. Leyla bêyî ku hilma xwe bigire pirsên xwe li dû hevdu rêz dikirin, ji hêlekê ve jî li ser palgehan lotik didan, ji kêfan carekê xwe diavête hembêza bavê xwe, carekê xwe diavête hembêza diya xwe û ramûsan li wan dibarandin: — Ka hûn bawer dikin? Gelek gelek baş e, ne wisa? Di çîrokan de çi hebe, em zarok dê biryarê bidin… Fikrekî nuwaze ye; mirov tam jî ji lehengên çîrokan dikare fikrekî wisa bendewar bike. Bi we, rêjeya hilbijartina min ji sedî çend e? Li Tirkiyê çend zarok hene? Gelo 20 mîlyon hene? Zor e ne wisa? Bila be ez ê jî di înternetê de binivîsim. Fikrên min ên nuwaze hene. Bi salan e, min amadekariya vê yekê dikir. Min emrê xwe ji bo vê meselê xerc kir. Dê û bavê wê dikeniyan: — Emrê xwe xerc kiriye? Ma wê ji emrê te çi çêbe pincê? — Wisa nebêje rindê ber dilê keça xwe, qîza me bi rastî jî ji bo vê meseleyê gelek xebitiye. Ma nabînî porê wê spî bûye. Şevên xwe yên dirêj bi xebatê derbas kiriye. — Lêê, lêê, dayê! Hûn hîn qerfên xwe bi min bikin. Fikrên min ên mezin wê çîrokên cîhanê biguhêrin, hûn ê bibînin. Divê ez ji niha ve dest bi xebatê bikim. Gelo ji kîjanê dest pê bikim? Keçderyaya Biçûk ku hîn nikare biaxive. Dibe ku em ji wê dest pê bikin. Yan jî em ji Prensesa Pembo re alîkarekî bişînin. Heyf e, keçik êdî di nav karên malê de gêj bûye. Di vê navberê de we Gretel dît? Keçeke çi qas şîrîn e ne wisa? Jixwe ez her tim lê difikirîm ku dikarim pê re bibim hevaleke baş. Hûn çi dibêjin? Bavê wê got: — Hinek navbirê bidê em hinek bêhna xwe bidin, çi bûye çi qewimiye em hinekî fam bikin û bi eniya xwe girt. — Êdî tiştekî wisa tune ye. Mezinan têra xwe xeber da û me jî têra xwe guhdarî kir. Mafir ku niha dora axaftinê ya me ye, ka hinek jî hûn guh bidin me. Diya wê got: — Tu mafdarî keça min a biçûk. Tu çima naçî odeya xwe û notên xwe yên heta niha rêk û pêk nakî. Sibê êvarê tu yê ji me re jî bibêjî. Heta malpera înternetê vebe em ê hinek li ser wan bixebitin. — Fikrekî pir baş e. Ez heman dest pê dikim. Heta sibê min aciz 24 25 nekin. Sibê êvarê ez ê bi fikrên gelek baş derkevim pêşberî we. Min bişopînin, dewam bikin. Pelerînê xwe yê nepen li ba kir û xiste sê çar gav û bazda odeya xwe. Di wan her du hefteyan de ku li bendê bû ku vexwendname jê re were, heçku dem hinekî din giran derbas dibû. Leylayê heta êvarê li deftera xwe ya zer a her tim bi xwe re digerand not dinivîsandin. Bi awirên nivîskara romenekê, li ser hûrgiliyên ku dixwaze di çîrokan de bibîne û leheng û dawiya romanê dixebitî. Êvaran jî ev ji diya xwe û bavê xwe re digotin. Dê û bavê wê jî garis diteqandin û wekî ku li fîlimekê temaşe bikin, li van çîrokên ku keça wan bi hûrgilî û bi kelecan li ser wan dixebitî guhdarî dikirin, bi dizî bi keça xwe serbilind dibûn. Leyla di hefteya pêşîn de bi kelecan baz dida postegehê, gava vedigeriya malê ji bo vexwendnameya ku dê sibê were li gorî xwe sêr çêdikirin. Heke wê rojê hemû kerevîzên xwe biqedandana dê sibê vexwendnameya wê bihata. Yan jî bêyî ku lê biterpile bikare xwe ji ser ben 100 caran hol bike, wê vexwendname sibê di postegehê de be. Ber bi nîveka hefteya duyem ve, wekî ku kêfa wê hinekî xera bûbû, lê ji ber ku baş dizanî ku dê û bavê wê nikarin li ber xemgîniya wê xwe ragirin, heta jê dihat ew bi xemgîniya xwe nedihesandin. Di dawiyê de, gava gihîştin êvara roja çardehem, êdî tiştekî ku bikare ji wan veşêre nemabû. Roja yekşemê, li ser taştê, Leylayê çavê xwe kutabû pencereê, hema wek ku li dijminekî xwe yê dijwar binêre li postegehê mêze dikir ku di nav perdeya tûl re xuya dikir. — Dayê can, gelo îro çi name hatine em herin lê binêrin? Dayika wê dixwest bêhêvîbûna keça xwe bi henekan bide jibîrkirin: 27 — Gelo dibe ku çi hatibe? Dibe ku fatûra filan bin. Ma tiştekî ku tu li bendê yî heye Fariq? Bavê wê jî lîstok didomand. Di bin simbêlan re keniya: — Naa… Em ê sibê lê binêrin. Ka wê vê roja yekşemê çi were. Leylayê nedikarî di ciyê xwe de bisekine. — Me dîsa jî lê binêriya… Dibe ku tiştekî lezgîn hebe? Dibe ku mirovekî me dizewice û vexwendname şandibe û dibe ku vexwendname di postê de wenda bûbe û ji bo em bibersivînin roja dawîn be. Hûn ê çawa pê bizanin? Ya rast ez herim lê binêrim. Diya wê bi ken jê re got: — Êh de hadê here lê binêre. Em naxwazin ji daweteke nasekî xwe bimînin. Ew jî hema qasî Leylayê bikelecan bûn. Dizanîn ku di nav 20 mîlyon zarokan de hilbijartina Leylayê îhtîmaleke pir dûr e. Lê keça wan ev yek, ew qas zêde dixwest û ji bo wê ew qas zêde dixebitî, wisa hîs dikirin ku dê qeder vê hewldana wê bê bersiv nehêle. Lê hîn Leyla neketibû hundir, li ser ekrana televîzyonê zarokek xuya kir ku ji ber gepên wî yên sor û tijî çavên wî hatibûn girtin, sîmokîn lê kirine û eynî dişibiya berfemêrekî. — Erê temaşevanên delal, kelecana du hefteyan bi dawî bû! Diyar bû ka wê ji Tirkiyê kî beşdarî civîna lehengên çîrokan bibe. Mîqrofonên me niha li cem nûçegîhanê me Reha Bîldîrîcî ye ku ew ê ji mala nûnerê me yê biçûk agahiyan bide me. Erê Reha, tu dikarî zarokê bisiûd bi me bidî naskirin ku dê beşdarî civînê bibe? — Temaşevanên delal, ev du hefte ne ciyê meraqê bû ka dê kî beşdarî lijneya çîrokan an jî wekî ku medya behs dike Şûraya Bisêr bibe. Em niha li mala Tosin Paşazadeoglu ne ku ev vexwendnameya bisiûd bi dest xistiye. Tosinê 11 salî, di heman demê de neviyê biçûk ê wezîrê me yê ragihandinê, Osman Paşazadeoglu ye. Em ê îro bi biçûkê bisiûd re, li vîlaya kalê wî ya Tarabyayê hevpeyvîneke pir taybet bikin. Erê Tosin, ji ber bi destxistina vexwendnameyê her hal tu pir bikelecan î, tu dikarî hîsên xwe bi me re parve bikî? Tosin bi helwestekê wekî ku mezin be û paşê biçûk bûye, destê xwe ji bêrîka sîmokînê xwe yê biçûk derxist û bi tevgereke ku wek li ber eynê berê ceribandibe piştî ku porê xwe paşve avêt bi dengekî xemsar: — Kelecan? Erê bawer dikim mirov dikare bibêje ku hinek kelecana min heye. Bêdengî… Nûçegîhanê ku ji ber vê bersiva kurt hinek heyirîbû, derbasî pirseke nû bû: — Êê ka bibêje.. ji bo pêşkêşî Şûraya Bisêr bikî çi fikrên te hene? — Ez lê difikirim ku di çîrokan de sehneyên şer zêde bin. Teqez divê em hîn zêde nînjayên firok û eskerên robot bibînin. Bi taybetî jî di çîroka Rapûnzel de. Gava ku dê prens ji bo ku hilkişe ser qûleya ku Rapûnzel tê de girtiye, bi porê wê digire û hildikişe, dixwazim ji asîman ejderhayek were û porê keçikê bişewitîne. Bi gotina bavê xwe nekirin çi ye, bila bibîne. Wekî din jî divê em li ser gengeşiyê bikin ka prens çima her tim bejin dirêj, kej û bi masûlke ne. Ez bi xwe, ji ber ku eslê min digihîje heta Mahmûdê nehem, hema bibêje ez jî prensek im. Îcar di ezbeta me de, qelewbûn nîşana sihet û esîlbûnê ye. Nûçegîhan li hemberî van pirsan heyirî ka çi bipirse. Gava qertên di destê wî de lerizîn û paşve pêşve çûn û hatin, ji nivîsgeha navendî ya nûçeyan anonsa reklamê hat bihîstin. 28 29 Leyla li ber derî bi qapûtê ku bi ser pîjema û şimikan ve li xwe kiribû, dev–vekirî mat mabû. Dê û bavê wê ji ciyên xwe rabûn ji bo ku di ber dilê wê bidin çûn cem wê. — Li ber nekeve keça min a şîrîn! Tu hîn jî dikarî li ser malpera înternetê fikrên xwe binivîsî. Di dawiyê de gava ev zarok here wê derê, nayê wê wateyê ku ew ê tenê bi fikrên xwe here. Ji bo nûnertiya hemû zarokên welat diçe wê derê. Leylayê li ber xwe dinêrî, bi tenê serê xwe hejand. Bêyî ku bersivê bide bi jor ket û çû odeya xwe. Di rojên din de êdî behsa çîrokan jî nekir. Dê û bavê wê ketibûn tatêlê. Çend caran hewl dan jê re bibêjin ku jixwe îhtîmala çûyîna Şûraya Bisêr gelek kêm bû lê dikare li ser înternetê her tim fikrên xwe binivîse. Lê Leylayê her carê bi hinceteke cuda, ne li deftera xwe ya zer a delal mêze kir ne jî destê xwe da kompîtira xwe. Herî dawîn gava roja paşîn ku hat wê malper ji bo fikir û ramanan bê girtin, dê û bavê wê xwe ranegirtin. Piştî ku Leyla raza, deftera wê ya zer hildan û çîrokên ku keça wan nivîsîbûn carinan bi ken carinan jî bi xemgînî, hemû derbasî kompîtirê kirin. Gava roj hilhat û ji girtina malperê re gelek hindik mabû, ji jimara rûpelên sererastkirî heyîrîn ku hem wan hem jî Leylayê ev rûpel sererast kiribûn. Bi giştî li ser 50 çîrokan qasî hezar pêşniyarên guhartinê hebûn. Ji van 100 hebên dawîn wan bi xwe nivîsîbûn. Leylayê kedeke gelek mezin dabû van. Û her hal heqê wê hebû xemgîn bibe ku li şûna wê ew zarokê ku dixwest çîrokan ji berê jî xerabtir bike tev li Şûraya Bisêr bibe. Serê sibê gava rabûn, di nûçeyan de dîsa anonsên “nûçeya lezgîn” derbas dibû. Jixwe di van rojan de roj derbas nedibû ku “nûçeyeke lezgîn” wek bombe nekeve nav rojevê. Tu kesî gazind nedikir ku rojeva berê bi bombe, kuştin û skandalan hatibû dagirtin niha ji bo demekê bi çîrokan tijî bûye. Lê çi heyf e ku îro dîsa bi skandalekê re rû bi rû mabûn ku qet ne li bendê bûn. Bêjer diaxivî bêyî ku pêşî li ber îfadeya rûyê xwe yê hêrsbûyî û xemgîn bigire: — Temaşevanên delal, em bi skandaleke sextekariyê ya mezin re rû bi rû mane. Du hefte berê em wek welat bi nûçeya ku wê Tosin Paşazadeoglu yê neviyê biçûk yê wezîrê ragihandinê Osman Paşazadeoglu beşdarî Şûraya Bisêr bibe kelecanî bibûn. Lê îro di vekirina Şûraya Bisêr de, ji aliyê dayika Pisîka Xweliyê ya perî ve kontrolkirina vexwendnameyan hat kirin, di vê kontrolê de hat xuyakirin ku Tosinê biçûk ji bo beşdarî Şûrayê bibe tev li sextekariyeke mezin bûye. Ji nav Çîrokên Hezar û Yek Şevê gazî falbazekê dikin, Piştî ku falbaz li fala qehwê dinêre hîn dibe ku Tosin xwe çawa gihandiye bilêtê. Wezîrê ragihandinê Osman Paşazadeoglu û keçên wî, diya Tosin Mahpeyker paşazadeoglu û xaltiya wî Mebrûre Paşazadeoglu ji bo Tosin beşdarî civînê bibe sextekarî kirine, ji ber vê sextekariyê hemû sûcdar hatine dîtin û hatine derdestkirin. Li gorî îddîaya Xwişka falbaz, Osman Paşazadeoglu û keçên wî, ji bo ku beşdarbûna Tosin a Şûraya Bisêr garantî bikin, meqamê rêzdar Osman Paşazadeoglu bi kar anîne, qasî 200 karmendên posteyê wezîfedar kirine ji bo kontrolkirina nameyên hatî. Vexwendnameya hatiye şandin bi mînak digirin û li ser navê Tosin vexwendnameyeke sexte amade dikin. Lê Tosin dibêje haya wî ji kirinên kalê wî diya wî û xaltiya wî tune ye, ji ber bûyera qewimiye jî ez gelek xemgîn im. Ji aliyekî ve lêkolînên li ser îddîayan berdewam in, ji aliyekî din ve jî Şûraya Bisêr qasî saetekê ye civiyayê û 30 31 dixwaze li şûna Tosin ji bo Tirkiyê nûnerekî din hilbijêre. Niha ji bo diyarkirina encamê em bi salona Şûrayê re têkiliyê girê didin. Li ser ekrana televîzyonê Pisîka Xweliyê xuya kir û li pêşberî zarokên li salonê civiyayî û endamên çapemeniyê, dest bi axaftinê kir: — Beşdarên rêzdar, em bi bûyerekê re rû bi rû ne ku qet li ruhê Şûrayê nayê ku ev Şûra ji bo di pirtûkên çîrokan de hîn zêde balê bikişîne mafên zarokan û ji bo cîhaneke adil û wekhev civiyaye. Lê piştî gengeşiya me ya bi qasî saetekê, me hewl da ku em ji vê rewşê encameke baş derxin. Gava me şîroveyên ku hatine malpera xwe ya înternetê dinirxandin, em rastî bikarhênereke derasayî hatin. Wek hûn jî dizanin ji her aliyê cîhanê ji bo tiştên divê di çîrokan de bên sererastkirin, zarokan ji me re name dişandin. Bi giştî ev daxwaz serê zarokekê herî zêde qasî 100—150 heb bûn, Lê bikarhênerekê ji 1000’î zêdetir şîrove –dikarim bibêjim ku şîroveyên gelek afirîner ên qet nedihatin hişê me jî di nav de hene—hemû kesên din li dû xwe hiştiye. Bi ser de jî vê bikarhênerê bi tesadufên ku encax mirov dikare di çîrokan de bibîne şîroveyên xwe ji Tirkiyê şandine. Em wek Şûra, ji bo ku vê bikarhênera xwe ya afirîner xelat bikin li şûna pişkeke nû, li şûna Tosin em dixwazin yekser wê vexwînin vê derê. Em hêvî dikin ku niha ew jî li ber ekranê ye. Erê Leyla, em behsa te dikin. Em li bendê ne ku Leyla Yazici bi balafira pêşîn were cem me be. Heta nûnera Tirkiyê Leyla Yazici were, Şûrayê civîna xwe taloq kiriye. Gelek spas! Leyla bi rastî jî li ber ekranê bû. Lê ji bo jê bawer bike ku ne di xewnekê de ye Leylayê çend caran xwe qincurand. Hîn hişê wê nehatibû serê wê ku telefona mala wan lê xist. Ya digeriya Keçderyaya Biçûk bû. Ji niha ve dengê xwe paşve qezenc kiribû. Jê re got, ji bo ku 32 33 heta ciyê civînê pê re hevaltiyê bike, ez ê hespekî yekqiloç bişînim. Jê pirsî got gelo herî zû tu kengî amade yî? — Heta pênc deqîqeyan!!! Çavên wê û çavên diya wê ya ku serê xwe bi her du aliyan ve dihejand li hev aliqîn. Keçderyaya Biçûk dikeniya. — Ew qas lezgînî jî hewce nake cana min. — Temam hûn ji sê saetan re çi dibêjin. Îcar diya wê jî digot temam. Ji hev xatir xwestin û telefon girtin. Qasek berê di telefonê de bi Keçderyaya Biçûk re axivîbû. Çar hefte berê yekê wisa jê re bigota ew ê çawa bikeniya. Lê niha ji bo hevdîtina bi wê re û bi yên din re bawila xwe amade dikir. Tam piştî sê saetan derî lê ket. Tam jî wekî ku Keçderyaya Biçûk jê re gotibû, hespekî yekqiloç hatibû ku wê bibe. Bi ser de perên wî jî hebûn. Lêvên hesp qet nediliviyan lê dengê wî di nav mêjî de olan dida. — Merhaba Leyla, navê min Zîv e, tu amade yî? — Amade me, hem jî demeke dirêj e! Leyla ji ber ku berê li hespekî, îcar ku li hespekî difire, siwar nebibû diqilqilî. Lê Zîv ew bi baskê xwe bi awayekî wisa lezûbez avête ser pişta xwe ku Leyla jê hay jî nebû. Serpişta hespê wekî nivîneke nerm bû. Ji nişka ve xeweke giran ket çavê Leylayê. Xwe di nav keziyên wî yên nerm de dirêj kir û berî ku çavên xwe bigire tiştê herî dawîn dît banê sor ê xaniyê wan bû ku ji jor ve ber çavên wê ketibû. Gava hişyar bû gihîştibûn ciyê xwe. Lê dema ku li hewayê derbas kiribûn nedihate bîra Leylayê. Heta hatibû di rê de razabû. Çawa ku gava xwe avêt nav salonê bi çepikeke gurr hat pêşwazî kirin. Çepik hem ji hêza xeyala vê keçika biçûk re bûn hem jî di dawiyê de ji bo destpêka civîna Şûrayê bûn. 34 Em wek lehengên çîrokan, em lê difikirin ku ji bo çîrokên kevn edetên nû wezîfeya zarokan e. Hûn dixwazin di çîrokên nû de çi bibînin? Divê di çîrokan de guhartinên çawa bên kirin? Hûn dikarin lehengên nû lê zêde bikin, hûn dikarin di lehengên kevn de guhartinan çêbikin. Bersiva rast tune ye. Kerem kin hêza xeyala xwe bidin axaftin! 35 36 37 38 39 40 41 42
Benzer belgeler
kovara marksista kurdî kovara marksista kurdî
tiştekî wisa jî bikin. Bi giştî, zarokên ku li van çîrokan guhdarî dikirin
û ew dixwendin mezin dibûn û pirtûk diavêtin hêlekê; lê yên di nav
pirtûkan de, digotin dibe ku zarokekî din were û li çîr...